7 jin li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin

Di meha Îlonê de 7 jin li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin û jinekê jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî nûçeya ajansa NÛJINHA’yê daneyên qetilkirina jinan wiha ne:

 

Li Silêmaniyê, jina bi navê Çawan Hesen ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

 

Li parêzgeha Helebceyê cenazeyê jinekê û keça wê mala wan hatin dîtin û şûna guleyan di bedena wan de hebûn.

 

Li bajarokê Kifrî jineke 21 salî di bûyereke şerê bi kêran de hat hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da.

 

Li bajarokê Ranyayê jina bi navê Evîn Salih bi awayekî biguman di encama şewatê de mir.

 

Li Kerkûkê jineke 23 salî ji aliyê birayê xwe hat kuştin.

 

Li taxa Qirge ya Silêmaniyê cenazeyê jinekê li mala wê hat dîtin, piştre kujer hat girtin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24