Endama Şandeya Îmraliyê ya Dem Partiyê Pervîn Buldan têkildarî hevdîtinên bi Rêberê Damezîrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan re kiriye û nîqaşên têkildarî rola jinan a di aştiyê de axivî.
Pervîn Buldan got ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşîna jinan parçeyeke têkoşîna demokrasî û azadiyê dibîne û wiha lê zêde kir:
"Ji bo vê jî di mijara serkeftina pêvajoyê de roleke mezin dide jinan.
Lewma divê jin di pêvajoyên çareseriyê de bi rolekî çalak rabin.
Vê bi eşkereyî dibêjim; Birêz Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde bi jinan bawer e.
Pervîn Buldan: Azadiya jinê her tim dikeve navenda nîqaşan
Pervîn Buldan dibêje ku Rêberê Damezîrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan her tim îfade kiriye ku divê jin di jiyanek azad de kirdeya avaker be û wiha domand:
"Azadiya jinê dikeve navenda nîqaşan.
Birêz Ocalan bi vê re îdeolojiya rizgariya jinê pêş dixe."
Kujerê kastîk
Pervîn Buldan bal kişand ser têgeha ``kujerê kastîk`` ku Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan bikar anîbû û wiha axivî:
"Di hevdîtinên me de birêz Ocalan têgeha `kujerê kastîk` wek kuluba mêrên neçîrvan a êrîşî civakîbûna jinan dike pênase kir.
Wek sazbûneke ku xwe ji ser civakê bi zext û tundiya heyî dike û di heman demê de destnedan û pîroz dibîne, îfade kir."
Pervîn Buldan: Hêviya Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de civak e
Pervîn Buldan destnîşan kir ku bendewariyên Birêz Ocalan ên rasyonel ên zemîna hiqûqî, siyasî û qanûnî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe:
"Îradeya çareseriyê tam e; lê ev rastiyeke ku ji dewletê cidiyet, ewlehiya qanûnî û gavên demokratîk dixwaze.
Bêguman hêviya wî civak bi xwe ye.
Ji ber vê jî ji daxuyaniya 27’ê Sibatê re got ``Aştî û Civaka Demokratîk."
Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Pervîn Buldan di dawiya axaftina xwe de ev yek anî ziman:
Em weke DEM Partiyê tiştên ku birêz Abdullah Ocalan îfade dike esas digirin.
Lê divê hemû partiyên din jî bala xwe bidin ser. Ji ber ku aştî, berpirsyartiya hemû partiyan e.`