Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî hat lidarxistin

Li Şengalê Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî destpê kir. Berdevka Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî ked û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got: “Em dixwazin bi Rêber Apo re diyalogên azad pêşbixin û bijîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Jinên Şengalê rastî ferman û êşkenceyên giran hatin, lewma ew xwe bi rêxistin û hêz dikin.

Di bin diruşmeya ‘Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ de, Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî hat lidarxistin û nêzî du sed jinên Êzidî û Ereb beşdarî vê komxebatê bûn.

Komxebat ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir

 

Sûham Şengalî: Em azadiya Rêber Apo, weke azadiya xwe dibînin

 

Berdevka Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî, peyama Rêber Apo da û got: “Rêber Apo bareke giran û pêşengî daye jinên Êzidî, lewma em dixwazin bi Rêber Apo re diyalogên azad pêşbixin û bijîn.”

Sûham Şengalî destnîşan kir ku ew azadiya Rêber APO, weke azadiya xwe dibînin.

Şengalî balkişand ku Rêber Apo di peyama xwe de gotibû "aştî û civaka demokratîk’ wê herî zêde ji bo Êzidiyan bibe ronesans."

Berdevka TAJÊ qurbaniyên fermanê û berxwedana Şengalê bi bîr anî û diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, gelek guhertinên mezin çêdibin.

Sûham Şengalî behsa girîngiya azadiya fizîkî ya Rêber Apo kir û beweriya xwe anî ziman ku di vê komxebatê de, wê nîqaşên girîng bimeşînin, pêşengiyê ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bikin û jin wê pêşengiyê ji guhertinên civakî re bikin.

Şengalî di dawiya axaftina xwe de, komxebat li Rêber Apo û jinan pîroz kir.

 

Peyama Rêber APO wek sînevîzyon hat temaşekirin

 

Piştî axaftinan peyama Rêber APO ya ji bo Êzidiyan bi şêwazê sînevîzyon hat temaşekirin.

 

Di komxebatê de 3 semîner wê werin dayîn

 

Di komxebatê de wê sê semînerên bi ser navê `sosyolojiya jinên Êzidî, bandora fermanan li ser jinên Êzidî, di ronesansa civaka Êzidî de rola jinên Êzidî` werin dayîn.

Di heman demê de, wê peyamên ku ji derveyî Şengalê hatine jî, werin xwendin û temaşekirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24