Jinên Kurd bang li Nato'yê kirin ku mafên Kurdan jî nîqaş bikin

Komîsyona Jinan a KNK'ê beriya civîna NATO li Enqereyê, li ber baregeha NATO’ê li Brukselê çalakî li dar xist. Jinan bang li NATO'ê kirin ku mafê Kurdan û pêvajoya li Tirkiyê nîqaş bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

NATO wê di 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê civîna bilind li dar bixe.

Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) beriya civînê li ber baregeha NATO’ê li Brukselê çalakiya li darxistin.

Jinên Kurd bang li NATO’ê kirin ku di civîna bilind yê ku li Enqereyê were li darxistin de, tê de mafê Kurdan jî nîqaş bikin

Di çalakiyê de jinên Kurd pankartên bi Îngilîzî û Fransî hildanbûn û li ser ji bo pêvjoya aşîtî û civaka Demokratîk nivîsîbûn.

KNK’ê di nameya ku di 23’ê Hezîranê de ji welatên endam ên NATO’ê re şandibû de daxwazên xwe yên ji bo bên rojeva civîna li Enqereyê rêz kiribû.

Di nameyê de ev sernav hebûn hin ji wê ev in:

Çavdêrîkirin û domandina pêvajoya diyalogê ya di navbera dewleta Tirkiyê û Tevgera Kurd de.   

Çarçoveyeke demokratîk û yasayî ji bo naskirina mafên bingehîn ên kolektîf ên gelê Kurd li Tirkiyê.

Nêzîkatiyeke siyasî ku aştî û demokrasiya li Tirkiyê weke tevkariyek ji bo aştî û aramiya herêmî ya berfirehtir fêm bike.

Her wiha di nameyê de ev tişt jî hatibû parvekirin:

"Aştiyeke adil û mayînde ya ku di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de pêk were wê Tirkiyê jî xurt bike, ev yek wê rageşiya li Rojhilata Navîn kêm bike.

Û wê tevkariyê li kêmkirina koçberiyê bike û li gorî berjewendiyên ewlehiyê yên NATO’ê ye."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye