Jin di rêya festîvalan de berhemên xwe nîşan didin

Her sal bi destpêkirina werzê Buharê re, gelek festîvalên çandî li seranserî navçeyên Başûrê Kurdistanê tên lidarxistin. Jinan girîngiya festîvalê anîn ziman û gotin: "Festîval ji bo jinan dibin derfetên nû da ku kar û berhemên xwe nîşan bidin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Başûrê Kurdistanê bênavber festîvalên cuda yên çandî û hunerî tên lidarxistin.

Di Buharê de, ev festîval û çalakî zêdetir dibin.

Ev festîval, ji bo jinan dibin derfetên nû da ku kar û berhemên xwe nîşan bidin.

Jinên li Hewraman û Helebce yên Başûrê Kurdistanê jî bi berhemên xwe yên destan, cihê xwe di van festîvalên çandî de digirin.

Yek ji van jinan jî, Rengîn Hewramî ye ku tevî temenê xwe yê mezin, 13 sal in tevlî festîvalên çandî dibe.

Rengîn Hewramî da zanîn ku festîval ji bo jinan pir girîng in.

Rûxweş Selam ku ew jî 12 sal in bi karê xwe yê destan, cihê xwe di festîvalan de digire, diyar kir ku jin bi rêya festîvalan derfetan di jiyanê de dibînin.

Hewnaz Selah jî dest nîşan kir ku ew bi çêkirina kîsên nan û fêkiyên bi qumaş parastina jîngehê dikin ji bo ku welatî jî dev ji bikaranîna kîsên nalyon û pilastîk berdin.

Jinan herî dawî bang li her kesî kirin ku tevlî festîvalan bibin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye