Manchester United li hemberî Brentford bi ser ket

Di çarçoveya gera 34'emîn ji Premeir Lîg a Înglîzî de, duh Manchester United li hemberî Brentford bi encama 2-1 bi ser ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Maça di navbera Manchester United û Brentford li stadyuma Old Traford hat lîstin.

Manchester United piştî ku Brentford 2-1 têk bir, ji bo wergirtina Lîga Şampiyonan xwe xurt kir.

Manchester United di xuleka 11'an de bi gola Casemiro bi pêş ket.

Piştre jî hevalê wî yê taximê Benjamin Sissoko di xuleka 43'an de gola 2'emîn lê zêde kir.

Her çiqas lîstikvanên taxima dijber hewil didan, lê di encamê de ti gol nehatin avêtin.

Di nîvê 2'emîn de di xuleka 87'an de, Mathias Jansen yekane gola Brentfordê avêt.

Manchester United hejmara xalên xwe gihandin 61'an û di rêza 3'emîn de ma, bi sê xalan li pêşiya Liverpool ê 4'emîn e.

Ji aliyê din ve, hejmara xalên Brentford li 48`an di rêza 9`an de ma.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye