Tîma MLS Inter Miami Casemiro, ku peymana wî bi Manchester United re qediyabû, îmze kir.
Klûbê veguhestin li ser malper û hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand.
Piştî îmzekirinê, Casemiro ji kanalên klûbê re axivî û got ku ew ji projeya Inter Miami bandor bûye.
Casemiro axaftina xwe wiha domand:
“Tiştê ku herî zêde min motîve dike serkeftin û berdewamiya pêşketinê ye.
Ez difikirim ku ev ji bo her lîstikvanekî rast e.
Projeya ku klûbê pêşkêşî min kiriye û hewldana ku wan ji bo anîna min li vir dane ji bo min pir girînge”.
futbolîstê Brezîlyayî got ku ew dixwaze beşdarî tîma xwe ya nû bibe.
Casemiro lê zêde kir û wiha got:
“Ez dixwazim baweriya ku ji min re hatiye nîşandan ne tenê di rojên maçê de ji bo hemî demê bînim cîh.
Tekane tiştê ku ez dikarim bêjim spas.
Ez ê her tiştî bikim da ku evîn û baweriya ku klûbê nîşanî min daye vegerînim”.
Beckham: Ev demeke dirêj e ez heyranê Casemiro me
David Beckham, jî piştî veguhastinê pesnê Casemiro da.
Beckham got: "Ez serbilind im ku Casemiro û malbata wî li Inter Miami pêşwazî dikim.
Ez demek dirêj e heyranê wî me.
Ez pir kêfxweş im ku wî piştî jiyana xwe ya bêhempa li Real Madrid û Manchester Unitedê, Miami wekî mala xwe ya nû hilbijart”.
Lîstikvanê xwedî ezmûn, sala 2025-2026’an sezonek berbiçav derbas kir, û di 33 maçên Premier League de 9 gol avêtin û 2 asîst kiribû.