Gera duyem a hilbijartinên Brezîlyayê dest pê kiriye

Li Brezîlya, Sirbistan û Bulgaristanê hilbijartin tên lidarxstin. Welatiyên hersê dewletan, berê xwe dan sindoqên dengdanê. Li Brezîlyayê pêşbaziya gera duyem a di navbera herdu namzetên serokkomariyê de pir dijwar e. Pêşbazî di navbera bloka sermayedar û bloka sosyalîst de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro gera duyem a hilbijartinên Brezîlyayê dest pê kiriye.

Ji bo wê jî welatiyên Brezîlyayê berê xwe dane sindoqan, da ku dengê xwe bidin.

Bi van hilbijartinan re, an dê 4 salan serokê berê Lula da Silva dîsa serokatiyê bike an jî dê Flavio Bolsonaro yê rastgir serokatiyê wergire.

Piştî têkçûna Lula di gera yekem de, çepgir bi tundî seferber bûn, mîtîngên girseyî bi dirûşma "Em ê qet nehêlin Bolsonaro vegere" organîze kirin.

Tê çaverêkirin ku îşev saet 05:00 bi dema Brazîlyayê (11:00 bi dema Kurdistanê) encamên dawî yên hilbjartinê derkevin.

Li Sirbistanê hilbijartinên pêşwext ên perlamentoyê dest pê kiriye

Her wiha li Sirbistanê jî hilbijartinên pêşwext ên perlamentoyê dest pê kir.

Di îlona borî de Serokwezîr Aleksandar Vucic, banga lidarxsitina hilbijartina kir.

Ev demek e li Sirbistanê xwepêşandanên xwendekaran li hember hikûmetê tên lidarxistin.

Di sala 2024`an de, ji ber mirina 16 kesan a di hilweşîna stasyoneke trênê ya li Novi Sadê de xwepêşandan hatin lidarxistin û daxwaza hilbijartinan hat kirin.

Welatiyên Bulgaristanê ji bo hilbijartina serokkomar diçin ser sindoqan

Li Bulgaristanê jî, welatî di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê de çûn ser sindoqan.

Nêzîkî 6,59 milyon dengder mafdar in ku di navbera 27 namzetan de, hilbijartinê bikin.

Tê pêşbînîkirin ku encamên fermî, nêzîkî 48 saetan piştî girtina sindoqan bên eşkerekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye