Li nêzî Lîbyayê keştiyek noqî avê bû 61 koçber winda bûn

Keştiyeke din li Lîbyayê li peravên Tobrukê noqî avê bû, 61 koçber ku piraniya wan xelkê Sûdanê ne, di nav ava deryayê de winda bûne, bi tenê13 koçber hatin rizgarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

UNHCR di daxuyaniyekê de li ser platforma xwe ya X ragihand ku "bûyereke din a trajîk li peravên Tobrukê qewimî, ku 74 kes di nav qeyikê de bûn, tenê 13 ji wan sax man, yên mayî jî winda ne".

Bajarê Tobruk yê rojhilatê Lîbyayê bûye navendeke qaçaxçîtiyê ku li vî bajarî, koçber têne komkirin û bi awayekî derqanûnî ber bi Ewropayê ve têne şandin.

Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, berî vê bûyerê jî, roja yekşemê ya borî li Tobrukê, keştiyeke koçberan noqî avê bibû, di encamê de 50 koçberên Sûdanî di avê de xeniqî bûn û 24 koçberên din bi saxî hatibûn rizgarkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24