Ji ber karesatê artêşê û hêzên deryayî nêzî 13 hezar leşker seferbar kirin da ku alîkariyê bigihînin mexdûran.
Herêma ku kerasatê bandoreke giran lê kiriye, herêmên çiyayî yên eyaleta Hidalgo ye.
Lewma leşker bi rêya helîkopteran malzemeyên hewl didin ku pêwîstî û xurekê bigihînin herêmê.
Ji eyaleta Xochicoatlanê jî alîkariya xurekî û malzemeyên paqijiyê hatin şandin.
Gelê xwecihî diyar kir ku li marketan tiştek nemaye.
Hêzên hewayî li gel gihandina erzaqan her wiha birîndaran jî dibin nexweşxaneyê, tenê bi rêya hewayî dikarin xwe bigihînin herêmên îzolebûyî.
Hate ragihandin ku ji ber hilweşîna rêyanTêkilî bi 160 jîngehan re qut bû ye. Li Hidalgoyê rêya 84 şaredariyan hatiye girtin.