Duh serokê Amerîkayê Donald Trump da xuyakirin ku DYE wê beşdarî ji nû ve avakirina binesaziya enerjiyê ya Venezuelayê bibin.
Trump diyar kir ku pêkanîna projeyeke bi vî awayî wê nêzî 18 mehan bidome.
Her wiha serokê Amerîkayê got ku ew ê piştgiriyê bidin şîrketên Amerîkî yên ptrolê da ku bibin alîkar.
Trump piştrast kir ku Amerîka ne di şerekî li dijî Venezuelayê de ne û got: “Venezuela wê nikarîbe di meha bê de tu hilbijartinên nû li dar bixe.”
Axaftinên Trump di demekê de tên ku Venezuela di krîzeke enerjiyê de dijî.
Hêzên Amerîkayê di 3`yê Çileyê de, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî girtin, her wiha ji bo ku bi sûcên narkotîkê ve girêdayî werin darizandin, duh ew birin New Yorkê.