Li gorî çavkaniyên herêmî, îro sibehê li taxa Pîrzîn ya Hewlêrê, agir bi kargeheke çêkirina cîpan ket.
Çavkaniyan diyar kirin ku piştî bûyerê tîmên agirkujiyê gihiştine cihê çewatê û hewil didin agir vemirînin.
Hat zanîn ku agir li tevahiya kargehê belav bûye û hema bêje li tevahî taxên Hewlêrê dumana agir tê dîtin.
Derbarê ziyanan de heya niha ti agahî nehatine belavkirin.
Her wiha derbarê sedema şewatê de jî heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.