Di forma MERI ya ku li Hewlêrê bi navê “Teşedayîna Pêşerojê” de hat lidarxistin, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî jî tevlî bû û têkildarî pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd axivî.
Barzanî: Divê PKK rîskê wergire û hin tiştan bike
Serokê demborî Nêçirvan Barzanî bê ku rastiyên aliyan bibîne û bigre dest bi zimanekî wek PKK`ê tawambar bike axivî û got: “Li gor min pêwîste PKK rîskê wergire û hin tiştan bike. Bi vê rêbaza heyî pirsgirêk çareser nabe pêngav hene ku divê PKK bavêje û rîsk wergire.”
Barzanî: Peywendiyên me bi Tirkiyê re cidî hene
Nêçirvan Barzanî girêdayî têkiliyên xwe yên bi Dewleta Tirkiyê re jî got: “Peywendiyeke me ya cidî bi Dewleta Tirkiye re heye û em ê vê peywendiya xwe bidomînin.
Barzanî nirxandinên xwe wiha domand, “Min di hevdîtina xwe ya dawî de li gel serokê Tirkiyê hest bi wê çendê kir ku Tirkiye ji bo vê pêvajoyê gelek cidî ye da ku pêvajo bigihê encamê."
Nêçirvan Barzanî gavên PKK`ê avêtîn nabîne û PKK`ê tawanbar dike
Barzanî di dirêjahiya axiftinên xwe de behsa biryara PKK’ê ya di 5-7’ê Gulanê de bi 12’emîn lidarxist Kongreya xwe û birayara bi dawîanîna şerê çekdarî nekir û nedît.
Barzanî di dewama axaftina xwe de rexnek tenê jî ji bo dewleta Tirkiyê ku têkildarî pêvajoyê heta niha gavên qanûnî ne avêtine nekir û tenê Tevgera Azadiyê tawanbar kir.
Barzanî di israra nêrinên xwe de got: “Hinek tişt hene divê Qendîl bike, lê nake, ev yek neraste. PKK berovajî peyama serok Ocalan tevdigere”
Rastiyên li ber çavên Cîhanê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve eşkere pêk hatin Barzanî ji nedîtî ve nêz bû gor xwe nirxandin kirin.