8 mehe li Başûr hikûmet nehatiye avakirin

Li Başûrê Kurdistanê ev 8 mehe ji ser hilbijartinê derbas bûye lê ruxmê gelek hevdîtin û civînan PDK’ê û YNK’ê ji ber ku li hevdû nekirine, hikûmeta Herêma Kurdistanê nîne.

reset font size increase font size

Li Başûrê Kurdistanê di Cotmeha 2024’an de hilbijartina dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Di hilbijartinê de PDK 39, YNK 23, Tevgera Nifşê Nû 15 kursî anî û piraniya kursiyên li parlementoyê bi destxistin.

Duh meh piştî hilbijartinê her sê partiyan dest bi danûstandinên li ser avakirina hikûmetê kirin. Piştî wî parlementoyê yekem civîna xwe lidarxist û parlementeran sonday yasayî xwarin. Parlementerê herî bi temen ku yê Tevgera Nifşê Nû ji bo demkî wek serokê parlementoyê hat hilbijartin. Lê di civîna duyem a parlementoyê de Tevgera Nifşê nû bi lihevkirinek veşartî ya li gel PDK’ê û YNK’ê civînê terikand.

Vê nêzîkatiya Tevgera Nifşê Nû derengxistina avakirina hikûmetê ji bo PDK’ê û YNK’ê asantir kir.  Ji bona wê ev yek di aliyê yasayî û rêziknameya navxwe ya parlementoyê de karekî neyasayiye. Ji ber vê çendê jî parlementoya Herêmê girtî maye, ji bilî wergirtina muçe, parlemento ti karek din nake.

Di navbera PDK’ê û YNK’ê de ji bo avakirina hikûmeta nû de gelek hevdîtin û civîn pêk hatin. Di encamê de her du alî jî ragihand ku li ser siyaseta rêvebirina hikûmetê lihevkirin çêbûye. Ji her du aliyan jî berpirsyaran diyar kiriye ku ya mayî tenê postên hikûmetê ye. Lê piştre civînên navbera her du aliyan ji ber israra wan a di hin postên hikûmetê lihevkirin çênebûye ji ber wê pêvajoya avakirina hikûmeta nû sekiniye.

PDK’ê di kîjan postan de israr dike?

Li gor encamên hevdîtin û civînên aliyan derketiye holê ku PDK’ê hin post û wezaretên hikûmetê ji xwere wek xeta sor daniye, ew jî Serokatiya Herêmê, Encûmena Asayîşa Herêmê, Wezareta Karên Hindir, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û çend post û wezaretek dinin. Lê YNK jî daxwaza hin ji van postên ku PDK’ê wek xeta xwe ya sor nîşandane dike. Ev xetên sor yên PDK’ê avakirina hikûmetê hîn zêdetir dereng dixe.

Barzanî: Bê dem wendakirinê lazime hikûmet were avakirin

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî car car di vê mijarê de daxuyanî dide. Barzanî gelemperî di vê mijarê nêrînên xwe de tîne ziman ku pirsgirêkan bi rêya gûftûgoyan were çareser kirin û divê bê dem wenda kirinê hikûmeta were avakirin. Lê li gel ev daxuyaniyan hîn tu gav nehatiye avêtin.

YNK: Alî me de tu pirsgirêk nîne

Aliyên YNK’ê jî gelemperî heman axatinên ku wek “lazime em dem wenda nekin, hikûmet ava bikin” dikin lê demekiye diyalog jî di navbera aliyan de rawestiya ye. Dîsa di mijara avakirina hikûmetê de Berdevkê YNK’ê Sedî Pîre di her axaftina xwe bal dikşîne ser avakirina hikûmetê û dibêje, “Aliyê YNK’ê de ji bo avakirina hikûmetê tu pirsgirêk nîne. Em hewl didin di demek herî nêz de hikûmetê avabikin.”

Niha hem PDK’ê hem jî YNK’ê di derbarê giftûgoyên ku li ser avakirina hikûmetê dimeşandin, bêdengin, hevdîtin û civîn jî demekî ye hatiye rawestandin. Nediyariyek heye. Her du alî jî didin diyar kirin ku hewldanên ji bo avakirina hikûmetê rawestiya ye.

Ji sala 1991’an ve li Herêma Kurdistanê ti hilbijartin û avakirinên hikûmetan ya li gor dema wê ya yasayî hatî diyarkirin, pêknehatine. Hertim ji ber nakokiyên aliyan yên li ser wergirtina postên hikûmetê dereng ketine. Yên ji vê çendê zererê dibînin jî tenê welatîne û di nava qeyranan de jiyan dikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24