Dewletên Yekbûyî yên Amerîka(DYA)bi dehan salan hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn parastiye, 46 baregehên Amerîkî di 11 welatên Rojhilata Navîn bi cih dibin ku hejmara leşkeran zêdetirî 50’î ye.
Hin baregehên navdar li Rojhilata Navîn:
-Baregeha El Udeyd li Qeter mezintirîn baregeha leşkerî ya Amerîkî li Rojhilata Navîn, nêzî 10 hezar leşker lê hene.
-Baregeha desteka deryayî ya bi navê “NSA” li Bahrên, derdora 9 hezar karmendên wezareta berevaniyê dihewîne.
-Baregeha Arifcan li Kûweyt, 9 hezar leşker bi awayekî mayînde li baregehê bi cih dibin.
-Baregeha Hewayî ya El Dafra li Îmarat ev bargeha stratîjîk balê dikşîne ser agahiyên îstixbaratî, di navbera 2 û 3’ê hezar leşkerî dihewîne.
-Baregeha Asîmanî ya Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê, li gorî ku tê texmîn kirin di navbera 400 û 1000 leşkerî dihewîne.
-Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê ev bargeh li Başûrê Tirkiyê nêzî bajarê Edeneyê ye, di navbera 1500 û 2500 leşkerî dehewîne.
-Baregeha EL Tenef li Sûriyê, 200 leşkerên Amerêkî dihewîne.
Her wiha baregehên Amerîkî li Urdun, Îsraîl, Îran, Lubnan jî hene.
Çima Amerîka baregehan li Rojhilata Navîn ava dike?
Amerîka îda dike ku bi hinceta gefên ku ji Îran û komên çekdar ên girêdayî wê mîna Hemas li Xezayê, Hizbullah li Lubnanê, Hûsiyên li Yemenê pêk tê û dîsa ji bo tunekirina DAIŞ’ê li Sûriyê û deverên navborî dimîne.
Ji aliyeke din Amerîka bi cihkirina hêzên xwe dixwaze xeta enerjiya Rojhilata Navîn kontrol bike.
Metirsiya şerê Îsraîl û Îranê li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê
Her çiqas di navbera her dû aliyan de agirbest hatibe kirin jî şerê Îsraîl û Îranê di roja xwe ya 13’an de ye. Bi awayekî ne raste rast Amerîka jî di nav şer de ye. Ji ber vî şerî gelek metirsî li ser baregehên Amerîkî hene herî dawiyê jî Îran mûşek avêt baregeha El Udeyd ya li Qeterê lê tu zerer li ser çênebû.
Baregehên Amerîkî bi amûrên teknolojî yên pêşketî tên parastin
Amerîka bi amûrên pêşketî û cîhazên teknolojî yên ku bi asteke pir baş hatiye li pêşxistin parastina baregehên xwe yên leşkerî dike,herî zêde êrîş li ser baregehên li Sûriye û Iraq tê kirin.
Piştî 7’ê cotmeha 2024’an hêzên Hemas ên girêdayî Îranê zêdetirî 160 êrîş li ser baregehên Amerîkî meşandin û ji ber van êrîşan zêdetirî 80’ê leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji destdan.
Sîval Revê