Eqîl Fetlawî: Em Sûdanî ji bo serokwezîrtiyê qebûl nakin

Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Eqîl Fetlawî, di derbarê diyarkirina namzetê hevpeymaniyan ji bo postê serokwezîrtiya Iraqê de, got ku ew qebûl nakin ku Mûhamed Şiya Sûdanî careke din ji bo heman wezîfeyê bê hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Eqîl Fetlawî diyar kir ku hilbijartina serokwezîrê dawî ji ber zexta gel û nakokiyên siyasî bû ku pêwîstî bi biryarek bilez hebû.

Eqîl Fetlawî destnîşan kir ku Hevpeymaniya Dewleta Yasa piştgirî dide ragihandina Çarçoveya Hemahengiyê wek fraksiyona herî mezin, lê ji bo dema duyemîn piştgiriyê nade Sûdanî.

Her wiha Yasa Eqîl Fetlawî tekez kir ku ew serokwezîrekî dixwazin ku bikarbin şertên xwe lê ferz bikin, da ku em ji daxwazên dengdêrên xwe re bibin bersiv.

Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Eqîl Fetlawî di dawiyê de got ku ji ber kontrola hikûmetê ya li ser parlamentoyê, rola parlamentoyê nemaye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye