Îsraîlê bi dijwarî li Libnanê da: 25 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê navçeya Nebetiya ya başûrê Libnanê bi dijwarî bombebaran kir. Li gorî çavkaniyên xwecih, artêşa Îsraîlê ji saetên şevê ve heya berbanga îro başûrê Lubnanê bi dijwarî topbaran û bombebaran kir û di encamê de 16 kes hatin kuştin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê NNA ragihand ku ev êrîş di nav bombebaranên herî dijwar ên hefteyên dawî de ne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî rapora Reutersê, çavkaniyên herêmî û medyaya Libnanî gotin ku balafirên şer û topxaneyên Îsraîlê, ji tevahiya şevê û heta saetên serê sibê yên îro gelek bajarokên herêma Nebetiya hedef girtin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku êrîşan hêmanên binesaziyê yên ku ew îdia dike yên Hizbullahê ne, hedef girtine.

Artêşê îdia kir ku Hizbullaha ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin bi berdewamî agirbest bin pê kiriye.

Êrîş piştî wê yekê hatin kirin ku Îsraîlê rojeke berê nexşeyek weşand ku herêmeke kontrola leşkerî ya berfireh li başûrê Libnanê nîşan dida.

Îsraîlê diyar kiribû ku ew ê vebijarka destpêkirina êrîşan li derveyî wê herêmê red neke.

Ev yek pirsên li ser pêşeroja peymana aştiyê ya demkî ya ku roja çarşemê di navbera DYA û Îranê de hatibû îmzekirin, derxist holê.

Peyman bang li rawestandina şer û pevçûnan tevî Libnanê li hemû eniyan dike. 

Rêzgirtina li yekparçeyiya ax û serweriya Libnanê ji hemû aliyan re dike.

Îsraîl red dike ku xwe ji şer vekişîne

Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî got ku der barê hebûna berdewam a leşkeran li başûrê Libnanê de, hikûmet bi rêveberiya Trump re di nav "dan û standinên dijwar" de ye.

Heman rayedarî diyar kir ku Îsraîl dixwaze hêzên xwe li ser rêyeke bi qasî 10 kîlometreyan li başûrê Libnanê bihêle da ku operasyonên xwe yên li dijî Hizbullahê bidomîne.

Îsraîl bangên ji bo vekişîna ji başûrê Libnanê red dike, di heman demê de îdia dike ku Hizbullah êrîşên xwe yên li ser çeperên Îsraîlê didomîne.

Li gorî artêşa Îsraîlê, di hin êrîşên vê hefteyê de dronên bi teqemenî barkirî hatin bikarnîn ku di encamê de di nav leşkerên Îsraîlî de mirin û birîndar çêbûn.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye