Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku Fermandarê Kerta 171'ê, ya ser bi Hêzên Besîc ya Tehranê ve, Mihemed Serlek û Fermandarê Hêzên Deryayî ya Supayê Pasdaran Xulamriza Mihemed Zade li bajarê Bender Ebas, hatine kuştin.
Li aliyekî din ve, hate ragihandin ku Supayê Pasdaran yê Îranê eşkere kir ku cara yekem e, wan mûşeka bi navê 'Secîl' li dijî dijminên xwe bi kar aniye, ku menzîla wê 2000 heta 2500 kîlometre dikare biçe û leza wê zêdetirî 17 hezar kîlometre ye.