Kesê hatî girtin Mubîn Talibanî xwendekarê temen 20 salî û Keywan Seîdî yê temen 24 salî bo cihên nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatine sepandin û cihê ragirtina van welatiyên Kurd nediyare.
Her wiha du zarokên bi navên Rêbwar Mûsewî û Zahîr Azerî û welatiyekî din bi navê Fexredîn Xalîdî yên xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û tohmetên ku li dijî wan hatine sepandin nayê zanîn.
Ji aliyekî din ve Hesen Mêhrabî, welatiyê Kurd di encama gazîkirina fermandariyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin nediyarin.