Kaloğlû ji bilî pîşeya xwe ya futbolê ya profesyonel, di gelek klûban de wekî rahêner jî xebitîye.
Kaloğlû di sala 1981’ê de li navçeya Ovacıka ya Dêrsimê ji dayik bûye, bi gelek tîmên Bakur re lîstiye.
Kaloğlû di sala 2004’an de ji Beşîktaşê hat veguhestin û du sezonan di Diyarbakirsporê de lîst.
Sînan Kaloğlû piştî pîşeya xwe ya futbolê, di sala 2022'an de bû rahênerê Altayê û piştre re ji bo Gençlerbirliğiyê xebitî.
Kaloğlu her wiha xwediyê lîsansa FIFA Pro ye.