Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatiye girtin li bajarê el-Faşer ya Eyaleta Darfurê di encama bombebarana Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li ser mizgeftekê de,12 kesan jiyana xwe ji dest daye û 20 kesên din jî birîndar bûne.
Her wiha li gor heman çavkaniyan Hêzên Piştgiriya Lezgîn Nexweşxaneya Siûdî ya li el-Faşerê jî bombebaran kirin û di encamê de,13 kes hatin kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûn.
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) bang li her du aliyên şer kir ku vî şerî rawestînin, parastina sivîlan û saziyên tenduristiyê bikin.
Lêkolîneke ji hêla zanîngehên Amerîkî ve hatiye kirin, tê eşkere kirin ku şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bûye sedema kuştina 130 hezar kesan.