Hikûmeta Îsraîlê peymana Xezeyê pesend kir

Hikûmeta Îsraîlê vê sibehê ragihand ku ji bo bidawîkirina şerê Xezeyê û serbestberdana dîlgirtiyan, peymana agirbestê bi Hemasê re, pesend kiriye. Serokê Hemasê Xelîl el-Heyya jî, tekez kir ku divê gelê Filistînê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û îdia kir ku Hemasê ji Amerîkayê garantî wergirtiye ku wê vegerandina şer tune be.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî şerê 2 salan ku li Xezeyê di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam dikir, Hikûmeta Îsraîlê îro sibehê ragihand ku peymana agirbestê ya bi Hemasê re pesend kiriye.

Ev peyman rê li ber rawestandina şer û pevçûnan li Xezeyê di nav 24 demjimêran de û berdana dîlên Îsraîlî di nav 72 demjimêran de vekir ku wekî beşek ji qonaxa yekem a plana Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê ye.

Li gorî Reuters, Hikumeta Îsraîlê peyman nêzîkî 24 demjimêran piştî ragihandina rêkeftinekê ji bo berdana dîlên Îsraîlî li hember dîlên Filistînî, pesend kiriye.

Her wiha ji bo aramiya li Xezeyê misoger bibe, du berpirsên payebilind ên Amerîkî, duh eşkere kirin ku Dewletên Yekbûyî wê 200 leşkeran wekî beşek ji hêzek peywirê ya hevbeş li Xezeyê bi cih bike.

 

Hemas: Me garantî wergirtiye ku şer bi temamî bi dawî bûye

 

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump duh êvarê eşkere kir ku qonaxa duyemîn a peymana Xezeyê wê radestkirina çekan jî di nav xwe de bigire, Hemasê bersiv da.

Serokê Hemasê yê li Xezeyê Xelîl el-Heyya, ragihand ku ji bo bidawîanîna şer, pêkanîna agirbestek daîmî û misogerkirina vekişîna Îsraîlê lihevkirinek hatiye kirin.

Xelîl el-Heyya duh êvarê jî piştrast kir ku tevger berî bersivê bide plana Trump bi alîgiran re şêwiriye.

El-Heyya zêde kir ku ji bo parastin û berjewendiyên gel, Hemasê bi berpirsiyarî bersiva plana Amerîkayê da.

 

El-Heyya: Divê gelê Filistînê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike

 

Serokê Hemasê Xelîl el-Heyya tekez kir ku divê gelê Filistînê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û îdia kir ku Hemasê ji Amerîkayê garantî wergirtiye ku wê vegerandina şer tune be û ew bi tevahî bi dawî bûye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24