Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê 7 gorên komî hatin dîtin.
Heta niha, termên 16 kesan ji wan hatine derxistin.
Berdevkê Îdareya Xwecihî ya Enbarê Mueyed Dilêmî der barê mijarê de axivî.
Mueyed Dilêmî: Heta îro 3 gor hatine vekirin
Mueyed Dilêmî li ser dîtina goran ev agahî dan:
"Ew 7 gorên bikom li Deşta Ukazê ya li navçeya Seqlawiyeyê hatine dîtin.
Di destpêkê de dihat texmînkirin ku 10 gor hene.
Lê piştî lêkolîna tîmên Rêveberiya Gorên Komî, derket holê ku 7 gor hene.
Ji 6`ê Gulanê ve dest bi vekirina wan hatiye kirin û heta îro 3 gor hatine vekirin, ku termên 16 kesan tê de bûn."
Li gorî agahiyan ji 2003`yan û vir ve, ew herêm bûye cihê şer û pevçûnên di navbera komên cuda yên çekdar de.
"Komîteyeke taybet ji bo çêkirina DNA'yê hat avakirin"
Mueyed Dilêmî ragihand ku temenê wan kesên ku termên wan hatine dîtin, di navbera 14 û 60 salî de ne.
Hat diyarkirin ku çavên hinek ji wan di dema kuştinê de girêdayî bûn.
Her wiha komîteyeke taybet a dadweriyê hat avakirin, da ku testên DNA`yê ji wan terman re çêbikin.
Bi vê yekê re, dê bê zanîn ka ew gor yên kîjan salê ne û qurbanî jî dê werin naskirin.