Dadgeha Cezayên Giran a 40’emîn a Stenbolê, di roja 15’emîn a Doza Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de ku Şaredar Ekrem Îmamoglû jî di nav de 107 kes girtî û bi giştî 408 kes tên darizandin de biryara xwe ya navberê da.
Li Girtîgeha Sîlîvriyê dadgehê biryara tehliyeyê ya 18 kesan da.
Kesên ji bo wan biryara tehliyeyê hatiye dayin ev in; Sirri Kuçuk, Fatîh Yagci, Alî Uner, Evren Şîrolu, Altan Erturk, Ebubekir Akin, Hûseyîn Yurttaş, Kadîr Ozturk, Mûstafa Bostanci, Mahîr Gun, Kadriye Kasapoglû, Başak Tatli, Nazan Başellî, Davut Bîldîk, Sabrî Caner Kirci, Şehîde Zehra Keleş Yuksel, Baran Gonul û Esra Hûrî Bulduk.
Ozgur Çelik: Em ê hîn jî li benda hevalê xwe bin
Serokê CHP'ê yê Bajarê Stenbolê Ozgur Çelik bi parvekirina peyama jêrîn bertek nîşanî derengketina pêvajoyê da û wiha got:
"Dadgehê biryara berdanê di saet 12:00 de da.
Barkirina biryaran bo UYAP'ê 15-20 hûrdeman digire, lê pêvajoya berdanê ya normal 1-2 saetan digire.
Niha saet 6:40'ê sibê ye, û em hîn jî li benda berdana hevalên xwe ne.
Malbatên ku salek e rastî zilmê hatine, niha bi girtina 6-7 saetan li ser rêyan rastî zilmeke din tên. Şerm e, guneh e!”