Dozgerê herêmê li ser medyaya civakî anî ziman ku Rûsya duh bi top, hawan û dronan êrîşî herêma Xersonê li başûrê rojhilatê Ûkraynayê kir.
Di daxuyaniyê de hat zêdekirin ku dronek li wesayîtek sivîl hate xistin di encamê de zilamekî 42 salî hate kuştin.
Di heman demê de 16 kes, di nav de zarokek û 3 polîs, di êrîşên asmanî û topan de birîndar bûn.
Li gorî serokê rêveberiya leşkerî ya herêmê Dmytro Brzezinsky Rûsya mûşekek balîstîk avêt Chernihiv ya li bakurê paytexta Kîevê.
Di encama êrîşê de, avahiyên hin şîrketan zirar dîtin.
Li gorî raporên pêşîn, kesek hate kuştin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Me di şevekê de 192 dronên Ûkraynayê xistin xwarê
Li aliyekî din jî îro Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir ku sîstemên parastina asmanî yên Rûsyayê di şevekê de 192 dronên Ûkraynayê li herêmên cuda yên Rûsyayê xistin xwarê.