Washington Post: Rûsya derbarê hêzên Amerîkî de zanyariyan dide Îranê

Amerîka, idîa dike ku ji bo armancgirtina cihên keştî û balafirên şer ên Amerîkî li Rojhilata Navîn, Rûsya agahiyên îstxbaratî dide Îranê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di şerê Amerîka-Îsraîlê û Îranê de, Rûsya tu hevkariyeke eşkere ji bo hevkarê xwe yê Îranê nekir.

Niha jî Amerîka idîa dike ku Rûsya bi rêya istxbaratê alîkarîya Îranê dike.

Rojnameya Washington Post, îdiaya sê rayedarên îstîxbaratê ragihand ku Rûsya agahiyên îstxbaratî dide Îranê ji bo armancgirtina cihên keştî û balafirên şer ên Amerîkî li Rojhilata Navîn.

Berdevka Qesra Spî Anna Kelly di daxuyaniyekê de got: "Rejîma Îranê tê perçiqandin. Tolhildana wan a mûşekên balîstîk roj bi roj kêm dibe. Hêza deryayî ya wan tê hilweşandin. Kapasîteya wan a hilberînê tê tunekirin. Alîgirên wan bi zorê li ber xwe didin."

Şerê li Îranê kete roja xwe ya heftemîn.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku Rûsya bi serokatiya Îranê re diyalogê didomîne û dixwaze vê yekê bidomîne.

Di civîneke çapemeniyê de, Peskov li ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqçî ku Rûsya û Çîn bi rêbazên siyasî û yên din alîkariya welêt dikin wiha got:

 "Em bi aliyê Îranî re diyalogê dikin, em bi nûnerên serokatiya Îranê re di têkiliyê de ne û bê guman em ê vê diyalogê bidomînin."

Dmitry Peskov bêyî ku zelal bike ka di navbera her du welatan de hevkariya leşkerî û teknîkî hene yan na,? dawî li axaftina xwe anî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye