Bafil Talebanî: Pêwîst e rêyeke aştiyane bê dîtin

Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê şerê di navbera Îsraîl-Amerîkayê û rêjîma Îranê de got: "Baweriya min ew e kuTrump di hundirê xwe de, aştiyê dixwaze. Herêma me ji ber şer gelek êş kişandine û pêwîst e ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêyeke aştiyane bê dîtin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di hevpeyvînekê de nêrînên xwe yên dawî li ser şerê di navbera Amerîka- Îsraîl û rêjîma Îranê de anîn ziman.

Bafil Talebanî qala pêwendiyên xwe yên telefonê bi Donald Trump û Ebas Eraqçî re kir.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da zanîn ku ji çend aliyên cuda ve êrîş li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin û wiha got:

"Heta niha tu nîşaneke arambûna rewşê nayê dîtin û berevajî wê aloziyên li herêmê zêde dibin."

 

"Min di dengê Trump de hestên dilgermî bihîstin"

 

Her wiha Bafil Talebanî li ser guftûgoya xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re got:

"Trump gelekî balkêş û dilovan bû.

Dema wî digot 'Kurd şervanên mezin in', min di dengê wî de hestên dilgermî bihîstin.

Baweriya min ew e ku Trump di hundirê xwe de, aştiyê dixwaze"

 

"Eraqçî bêhêvîbûneke mezin nîşan da"

 

Serokê YNK'ê Bafil Talebanî eşkere kir ku pêwendiyeke wî ya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re jî çêbûye:

"Eraqçî bêhêvîbûneke mezin nîşan da.

Ev 45 sal in ku Îranê plan ji bo vî şerî daniye û ew dê berxwedaneke dijwar bikin."

 

"Eger Kurd tevlî vî şerî bibin, dê tirkiyê destwerdana leşkerî bike"

 

Bafil Talebanî rewşa niha ya Îranê û şerê sala 2003'yan ê Îraqê da ber hev û wiha axivî:

"Di sala 2003'yan de, li dijî Sedam Hisên mixalefeteke rewa û naskirî ya Kurd û Şîe hebû.

Lê niha li Îranê sembol an rêberekî diyar nîn e ku xelk li pey wî biçe."

Li gorî dîtina Bafil Talebanî, "Eger Kurd tevlî vî şerî bibin, Tirkiye dê bi awayekî cidî dilgiran bibe û dê destwerdana leşkerî bike."

Herî dawî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî tekez kir ku pêwîst e ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêyeke aştiyane bê dîtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye