Di şewata Dihokê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Midûriyeta Parastina Sivîl a Dihokê ragihand ku di şewata atolyeyekê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihand ku li atolyeyekê, ji ber şewatê 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û ajokarên tankerê jî birîndar bûn û ji sedî 75 laşê wî şewitî.

Di daxuyaniya Midûriyetê de hat eşkerekirin ku li navçeya Kuvaşê agir bi atolyeyekê ket.

Li gorî agahiyan, ji ber şewatê karker Mesûd Husên ê 23 salî û Qîdar Dîndar ê 19 salî jiyana xwe ji dest dan.

Rayedaran diyar kirin ku şewat hatiye kontrolkirin.

 

Li Hewlêrê agir bi kargeheke cilşoyan ket

 

Her wiha li Hewlêrê jî şewatek di kargeha cilşoyan de derket.

Derbarê ziyanan de agahî nehatiye zanîn û tê gotin ku agir hîn nehatiye kontrolkirin.

Her wiha di derbarê bûyerê de ti daxuyaniyên fermî nehatiye dayîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye