Wezîrên Derve yên Fransa û Sûriyê li Parîsê civiyan

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noël Barrot bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî re li Parîsê civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de li ser rêkeftina 10ê Adarê, bi armanca cîbicîkirina tevahiya xalên rêkeftinê, di navbera Hikûmeta Sûriyê û QSD de hate kirin.

Wezîrê Derve yê Fransa piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta veguhêz a Sûriyê nîşan da, ji bo pêkanîna lêpirsîneke temam ji binpêkirinên dermafê sivîlan li Beravê û Siwêdayê hatibûn kirin.

Faransa eşkere kir ku ew piştevaniya proseyeke veguhêz dikin ku rêzê li hemû pêkhateyên Sûriyê bigire. Her wiha di civînê de behsa pêwîstiya gihiştin bi rêkeftineke ewlekariyê li gel Israîlê li başûrê Sûriyê hate kirin.

Wezîrê Derve yê Fransa pêşwazî li tevlîbûna Sûriyê di nava Hevpeymaniya navdewletî dijî DAIŞê de kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye