Cîgirê Serokê MHP'ê û endamê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Fetî Yildiz, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal di derbarê nîqaşên li ser "aqilmendiya dewletê" û destûra nû de daxuyaniyek da.
Yildiz behsa pêvajoyê kir û diyar kir ku ev mijar meseleyek dewletê ye û wiha berdewam kir:
"Armanca Tirkiyeyeke bêteror meseleyeke dewletê ye ku ne mijara nîqaşê ye, nayê paşxistin û ji bo me veneger e."
"Rêza destûrî ne mijara nîqaşê ye"
Derbarê nîqaşên destûrî de jî Fetî Yildiz wiha got:
"Pergala me ya destûrî, avahiya me ya dewleta neteweyî, modela me ya rêveberiya yekgirtî, û bi taybetî nirxên me yên damezrîner nikarin bibin mijara nîqaşê.
Divê were zanîn ku em vê yekê wekî pêdiviyeke dîrokî, erdnîgarî û hêmaneke girîng a hiqûq û demokrasiyê dibînin ."
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku pergala serokatiyê di nav yekparçeya destûrî de hate sazkirin, tê payîn ku du cîgirên serokkomar werin diyarkirin û prensîba dewleteke unîter bi eşkere di destûrê de hate bicihkirin.