Venezuela: Agahiya hikumetê ji Maduro û hevjîna wî nîn e

Cîgira seroka Venezuelayê got ku ti agahiya hikumetê ji cihê Maduro û hevjîna wî nîn e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgira seroka Venezuelayê Delcy Rodriguez diyar kir li gel hikumeta Venezuelayê tu agahî li ser cihê serok Nicolas Maduro û hevsera wî tune ne.

Delcy Rodriguez ku daxuyaniyek da televîzyona dewletê, got hikumet "delîlên ku serok Maduro û hevsera wî sax in dixwaze".

Cîgira serokê Venezuelayê êrişên DYA’yê bi "xeternak û binpêkirinek rasterast a serweriya neteweyî ya Venezuelayê" bi nav kir.

Serokê DYA’yê ragihandibû ku DYA’yê li dijî Venezuelayê êrişeke berfireh pêk aniye û Nicolas Maduro û hevjîna wî ji aliyê hêzên DYA’yê ve hatine girtin û ew derxistine derveyî welêt. Ev êriş di nava Kongreya Amerîkayê de bû cihê guftûgoyan.

Senatorê Demokrat Ruben Gallego êrişên li ser Venezuelayê wek "neqanûnî" bi nav kirin û got: “Tiştê ku qewimî duyemîn şerê neheq di jiyana min de piştî dagirkirina Iraqê ye.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye