Bi armanca dawî li şerê navbera DYA û Îranê were, li ser elektronîkê peymaneke çarçoveyî hat îmzekirin.
Du rayedarên payebilind ê Amerîkayê duh ragihand ku peyman ji aliyê Serokê DYA’yê Donald Trump, Cîgirê Serok JD Vance û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ve hatiye îmzekirin.
Rayedarê ku nexwest navê xwe aşkera bike, ji çapemeniyê re got ku Serokê Amerîkayê ji bo biryardariya xwe ya armanca erênî nîşan bide bi xwe xwest ku peymanê îmze bike.
Di heman demê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê di çarçoveya her têgihîştin an rêkeftinên pêşerojê de çavdêriya amadebûna Tehranê ya ji bo tawîzan bike.
JD Vance: Em hêvî dikin ku nivîsa peymanê vê hefteyê were weşandin
Vance anî ziman ku her peymanek bi Îranê re dibe ku "mekanîzmayek verastkirina du qonaxî" di nav xwe de bigire da ku pabendbûna bi şertên wê misoger bike û wiha anî ziman
“Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf wê di merasîma îmzekirinê ya roja înê li Swîsreyê de Îranê temsîl bikin.
Em hêvî dikin ku nivîsa peymanê vê hefteyê were weşandin.”
“Peymana bi Îranê re roja yekşemê bi elektronîkî hat îmzekirin”
Lê belê Vance eşkere kir ku peymana bi Îranê re roja yekşemê bi elektronîkî hatiye îmzekirin û wiha lê zêde kir:
“Di peymanê de ti bendek tune ye ku 24 milyar dolar ji bo Îranê were berdan.
Ev yek nîşan dide ku Îranî hewl didin bi axaftina li ser gihîştina sermayeyên cemidî raya giştî bixapînin.
Teftîş wê werin temamkirin, dûvre bernameya nukleerî dê were hilweşandin û piştr wê mijara sermayeyên cemidî were nîqaşkirin.”
Trump: Derketina keştiyên petrolê ji tengava Hurmizê dest pê kir
Li ser mijara vekirina Tengava Hurmizê jî serokê Amerîkayê Donald Trump postek li ser hesabê xwe yê Truth Socialê belav kir.
Donald Trump destnîşan kir ku piştî rêkeftina bi Îranê re gelek keştiyên petrol bar kirine û dest bi derketina ji Tengava Hurmizê dikin.
"Keştiyên ku gelek ji wan bi petrolê barkirî ne, dest bi derketina ji Tengava Hurmizê kirine.
Keştî rêyeke başûrî ya ewle û pir parastî bi kar tînin. Rêyên din jî hene."
Trump daxuyandibû ku piştî îmzekirina peymana aştiyê ya di navbera Amerîkayê û Îranê de Tengava Hurmizê wê ji bo trafîka deryayî ji nû ve were vekirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump anî ziman ku ev gav wê rê bide jinûve destpêkirina herikîna petrolê bo bazarên cîhanî.