Ne tenê di şer û pevçûnan de mirov têne kuştin, her roj li her 4 aliyên cîhanê, qezayên cuda diqewimin, ev qeza li pey xwe kuştî û birîndaran dihêlin.
Li Afrîkaya Başûr ji ber qezayekê 42 kes mirin
Li deverek çiyayî ya Afrîkaya Başûr otobuseke rêwiyan ji rê derket, di encamê de 42 kesên ku di nava wan de 7 zarok hene jiyana xwe ji dest dan.
Ev qeza li parêzgeha Limpopo qewimî, piraniya rêwiyan ji Zimbabwe û Malawiyê bûn.
Di sala borî de, parêzgeha Limpopo rastî bûyereke bi vî rengî hatibû û di encamê de 45 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Venezuelayê ji ber hilweşîna kaniyeke zêr 14 kes mirin
Li Venezuelayê jî ji ber hilweşîna kaniyeke zêr li şaredariya El Calio ya başûrê Venezuelayê 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Tîmên Bersivdayîna Karesatên Neteweyî eşkere kirin ku barana zêde, bûye sedema hilweşîna kaniya zêr û wiha anî ziman: “Qonaxa yekem a xebatê valakirina hemû tunelan e da ku asta avê kêm bibe û piştre ew ê cenazeyên di tunelan de derxin.”
Li Meksîkayê 64 kes ji ber lehiyê mirin
Hikûmeta Meksîkayê ragihand ku ji ber lehiyan, hejmara qurbaniyên gihiştiye 64 kesan û 65 kesên din jî hîna winda ne.
Li gor amarên Ajansa Kordînasyona Neteweyî ya Parastina Sivîl a li Meksîkayê, lehî li 32 eyletan rabibû û di encamê de 16 hezar xanî zirar dîtine.
Li Slovakyayê 66 kes di qezayekê de birîndar bûn
Li Slovakyayê di encama lihevketina du trênan de ku di her du trênan de nêzîkî 80 rêwî hebûn, herî kêm 66 kes birîndar bûn.
Polîsên li cihê bûyerê eşkere kirin ku ev qeza li ber tunelekê nêzîkî gundekî li rojhilatê Slovakyayê rûdaye, lê ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Li gorî xizmetên bijîşkî yên lezgîn ragihandin ku di nava birîndaran de hin rewşên giran hene.
Li Gurcistanê di qezayeke terafîkê de 7 kes mirin
Li Gurcistanê jî, Hêzên Ewlehiyê ragihandin ku li ser rêyek ji rêyên sereke, kamyonekê li kamyoneke din da, di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha destnîşan kirin ku 4 wesayîtên din jî li hev ketin.
Nasnameya kesên ku jiyana xwe ji dest dane, heya niha nehatiye eşkerekirin.