Venezuelayê balyozxaneya xwe ya Norwêcê girt

Piştî seroka opozîsyona Venezuelayê Maria Corina Machado Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt, Wezareta Derve ya Norwêcê duh ragihand ku Venezuelayê balyozxaneya xwe ya li Osloyê girtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Wezareta Derve ya Norwêcê Cecilie Ruang, di nameyekê de ji AFP re got ku balyozxaneya Venezuelayê bêyî ku ti sedemekê nîşan bide, girtina balyozxaneyê ragihandiye.

Cecilie Ruang piştrast kir ku Xelata Nobelê ji hikûmeta Norwêcê serbixwe ye û ew mijarên têkildarî wê dişînin Komîteya Nobelê.

Komîteya Nobelê diyar kiribû ku ji ber xebatên wê yên ji bo mafên demokratîk ên gelê Venezuelayê û têkoşîna wê ya ji bo veguherînek dadperwer û aştiyane ji dîktatoriyê ber bi demokrasiyê ve xelat dane Maria Corina Machado.

Maria Corina Machado jî Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2025'an ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re pêşkêş kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye