DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin

Rojnamevan Hakan Tosun êvara 10'ê Cotmehê li taxa Esenyurt a Stenbolê rastî êrîşê hat. Piştî 4 rojan hat ragihandin ku mirina mejî pêk hatiye. Têkildarî rojnamevan Hakan Tosûn Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG), li ser medyaya Dijîtal daxuyaniyek da û bangî rayedaran kir ku demildest bûyer were zelal kirin û berpirs werin darizandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

DFG'ê bi daxuyeniyekê êrîşa li hember rojnemevan Hakan Tosûn şermezar kir û daxwaz kir ku demildest êrîşa li dijî Hakan Tosûn bê zelalkirin û kesên destê wan tê de hene bên eşkerekirin.

DFG'ê, destnîşan kir ku rojnamevanek li nava kuçeyê hat derbkirin û fonksiyonên wî yên mêjî hemû têk çûne. Rayedarên dewletê pêwiste hesab bidin.

 

Dîmenên bûyerê, bersûc derewand

 

Piştî ku Hakan Tosûn rastî êrîşê hat ew rakirin nexweşxaneyê û 4 roj şun de hemû fonksiyonên mejîyê wî têk çûn.

Têkildarî erîşê hin dîmen derketin holê. Girêdayî van dîmenan Midûriyeta Polîsan a Stenbolê daxuyaniyek da. 

Di daxuyanîyê de hat eşkere kirin ku di dema lêpirsînê de, gumanbarên bi navê A.M. (18) û A.Ş. (24) hatine tespîtkirin ku bûyer ji aliye van kesan ve pêk hatiye, di demek kurt de her du jî hatin girtin û binçavkirin.

Piştî ku dîmenên bûyerê eşkere bûn hat dîtin ku îfadeya kujeran ya li miduriyeta polîsan dane û Hakan Tosûn sûcbar dikin ne rast e.  

Piştî prosedurên lêpirsînê, gumanbarên ku di derbarê mijarê de hatibûn binçavkirin, piştî ku sewqî dadgehê hatin kirin biryara girtinê di derheqê wan de hat dayîn û ew birin girtîgehê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye