Hemwextî lûtkeya Şarm El Şêx a li Misirê ya ji bo îmzekirina peymana "Aştiya Xezeyê", Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê bi berpirsên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê re li qesrekê li gundewarê başûrê Brîtanyayê civiyan.
Serokatiya wezaretan a Brîtanyayê di daxuyaniyekê de, diyar kir ku ev konferans wê 3 rojan bidome û armanc destpêkirina plankirin û hevkariya stratejîk a qonaxa piştî şerê li Xezeyê ye û divê bi serpereştiya Filistînê be.
El Sîsî: Wê li Misirê konferansa ji nû ve avakirina Xezeyê li dar bikeve
Ji aliyê xwe ve, Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî jî ragihand ku wê li Qahîreyê konferanseke navneteweyî ji bo ji nû ve avakirin û geşepêdana Xezeyê li dar bikeve.