Medyaya Îranê, diyar kir ku du zilam bi tohmeta endametiya wan a di Rêxistina Mucahidînê Xelq de ku komeke opozîsyona Îranê ye, bi pêkanîna êrîşên çekdarî hatine mehkûmkirin û darvekirin.
Dadgeha Îranê, îro danê sibê ragihand ku girtiyên siyasî bi navê Ebolhessan Montazer û Vahid Banî Ameryan, hatine darvekirin.
Di heman dozê de, vê hefteyê cezayê darvekirinê li ser Babek Alî Pûr, Pouya Ghobadî, Ekber Daneşvarkar û Mihemed Teqavî Sangdehî jî hate birîn.
Rêxistina Mucahidînê Xelq, darvekirin piştrast kir û di daxuyaniyekê de got ku Îran "hewl dide qelsiya xwe bi darvekirina girtiyên siyasî, nemaze endam û alîgirên rêxistinê, veşêre."
Rêxistinê, zêde kir ku çar ji endamên wê di destpêka vê hefteyê de hatine darvekirin.