Mark Savaya diyar kir wê di vê serdana xwe de peyameke taybet a Donald Trump ji bo serkirdayetiya Îraq û Herêma Kurdistanê bi xwe re bîne.
Savaya bal kişand ser guherînên li Îraqê û wiha got:
``Guherînên mezin li Îraqê bi rê de ne û ji niha û pê ve her kes dê li şûna gotinan, kiryaran bibîne.``
Li aliyê din jî Mark Savaya têkildarî rewşa Îraqê de hişyarî da, got ku Îraq li ber du rêyan e û ev yek anî ziman:
``Îraq dikare ber bi saziyên serbixwe ve pêngavan biavêje.
Yan jî dikare vegere nav çerxa aloziyan ku barekî giran xistiye ser milê hemûyan.``