Hikûmeta Venezuela daxuyaniya Trump weke gefeke mêtinger û êrîşeke derqanûnî û neheq pênase kir.
Her wiha diyar kir ku ev gef binpêkirina yasayên navneteweyî ne.
Li gorî Reutersê, niha berpirsên rêvebiriya Trump vebijêrkên têkildarî Venezuelayê dinirxînin.
Hate eşkerekirin ku armanc ew e ku rola Hikûmeta Venezuelayê ya derbaskirina madeyên hişbirê ji bo Amerîkayê rawestînin.
Lê Serokê Venezuelayê van tuhmetên Amerîka û Trump red dike û çend caran ragihandiye ku pêywendiya wî û welatê wî bi bazirganiya madeyên hişbirê re nîn e.