Serokên Komîsyona Ewropayê îro gihaştin Kîevê

Ji bo salvegera şerê di navbera Ûkranya û Rûsyayê de îro serokên Komîsyona Ewropayê gihaştin Kîevê. Her wiha Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky, ragihand ku Pûtin negihişt armancên xwe, "wî îradeya Ûkrayniyan neşikand." Li aliyekî din jî Brîtanya dê baregehekê li Ûkraynayê ava bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Îro, şerê di navbera Ûkranya û Rûsyayê de kete sala xwe ya  5'an.

 

Ji bo salvaegera şer, îro Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa gihaştin Kîevê.

 

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen daxuyaniyek li ser hesabê xwe weşand û wiha anî ziman:

 

“Ez ji destpêka şer ve, ev cara dehemîn e serdana Ûkranyayê dikim da ku ji nû ve piştrast bikim ku Ewropa hem ji hêla darayî û hem jî ji hêla leşkerî ve bi tundî li kêleka Ûkraynayê ye.

 

Ez hatim ji bo peyameke zelal bidim ku heta aştî pêk neyê Ewropa bi paş ve gavan neavêje.”

 

Serokê Komîsyona Ewropayê Antonio Costa jî beriya biçe Ûkranyayê ragihand ku divê aştî li gorî şertên Ûkraynayê pêk werin.

 

Volodymyr Zelensky: Pûtin negihîşt armancên xwe, îradeya Ûkrayniyan neşikand

 

Her wiha Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ji bo salvegera şerê li Ûkranyayê daxuyaniyek da û got:

 

“Pûtin negihîşt armancên xwe, îradeya Ûkrayniyan neşikand, ev şer bi ser nexist.

 

Piştî 4 salan ji şer me welatê xwe winda nekiriye, Pûtin têk çûye.”

 

Brîtanya dê baregehekê li Ûkraynayê ava bike

 

Li aliyekî din jî Hikûmeta Brîtanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê li Ûkraynayê baregeheke fermandariyê ava bike û wek beşek avakirina hêzeke pirneteweyî ya ji bo Ûkraynayê hatiye veqetandin ku dê tê de 70 personel hebin.

 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku avakirina baregehê wek beşeke koalîsyonekê ye ku ji hêla London û Parîsê ve tê rêvebirin da ku di qonaxa piştî aştiyê de piştgiriyê bide Kîevê.

 

Her wiha hate zanîn ku serokwezîrê Brîtanyayê dê civîneke "koalîsyona dilxwazan" bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re li dar bixe.

 

Hate destnîşankirin ku ev gav di çarçoveya daxuyaniyeke hevbeş a meha çileyê ya li gel serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky de, têkildarî niyeta Brîtanyayê ya bicihkirina leşkerên brîtanî li Ûkraynayê ger rêkeftinek aştiyê were çêkirin, tê avêtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye