Rodrîgo Paz di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de ji sedî 54.6 deng bi dest xist û bû serokkomarê Bolîvyayê.
Hevrikê wî Jorge Tutu Quiroga ji sedî 45.4 deng wergirt.
Rodrîgo piştî biserketina xwe destnîşan kir ku û got dê Bolîvya ji nû ve cihê xwe li ser sehneya navnetewî bigre û pêwistiya welat bi têkiliyên wê yên cîhanî heye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê (DYA) Marco Rubio wezîfeya serokkomariyê ya Rodrigo Paz pîroz kir û got: "Ev yek derfeteke ji bo veguherînê ye."
Ji dema serokê berê yê Bolîvyayê Evo Morales ve (2006-2019) welatê me xwe ji têkiliyên DYA`yê qut kiribû û bi Venezuela, Kuba, Çîn, Rûsya û Îranê re di nava têkiliyan de bû.