Ûkrayna: Me 6 tankerên petrolê yên Rûsî hedef girtine

Artêşa Ûkraynî da zanîn ku wan di êrîşa xwe ya dawî de 6 tankerên petrolê yên Rûsî li Deryaya Reş û ya Azovî hedef girtine. Ji aliyê din jî, Karbidestên Ûkraynî ragihandin ku mûşekên Rûsyayê du deverên li Kîev armanc kirin û di encamê de du kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera  Rûsya û Ûkrayna de beredewam dike.

Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê ragihand ku hêzên wan li Deryaya Reş û Deryaya Azovê 6 ​​tankerên petrolê yên Rûsî û du keştîyên kişandinê hedef girtine.

Serfermandariya Giştî bi postekê li ser Telegramê diyar kir ku tanker ji bo veguhestina berhemên petrolê yên Rûsyayê dihatin bikaranîn.

Serfermandariyê da zanîn ku armanca keştiyan ew e ku ji dorpêçka navneteweyî dûr bikevin û ji bo veguhestina sotemeniyê ji bo artêşa Rûsyayê.

Di êrîşa Rûsya de li ser Ûkrayna 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn

Ji aliyekî din ve, Karbidestên Ûkraynî gotin ku mûşekên balîstîk ên Rûsyayê herî kêm li du deverên Kîevê hatine xistin.

Karbidestan diyar kirin ku di encamê van êrîşan de 2 kes hatin kuştin.

Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko di postekê de li ser Telegramê got ku di êrîşan de du kes hatine kuştin û 5 kesên din jî  birîndar bûne.

Li gorî agahiyan ev 6`emîn care ku Rûsiya bi mûşekên balîstîk Kîevê hedef digire.

Serokê rêveberiya leşkerî ya bajarê bendera Odessa ya li Deryaya Reş Serhiy Lysak, got ku bajar di destpêka roja Pêncşemê de jî rastî êrîşan hatiye di encamê de tesîseke perwerdehiyê zirar dîtiye. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye