Rûsya rêze êrîş li ser Ûkraynayê pêk anî.
Rayedarên Ûkraynayê ragihandin ku êrîşên Rûsyayê yên li ser Kîevê di saetên serê vê sibehê de pêk hatin.
Ev duyemîn êrîşa kujer a li ser paytexta Ûkraynayê di nav kêmtirî hefteyekê de ye.
Di êrîşê de 9 kes hatin kuştin
Berpirsê leşkerî yê Kîevê Teymûr Tkaçenko li ser Telegramê nivîsand:
“Mixabin, di êrîşê de 9 kes hatin kuştin.
Avahiyek li navçeya Podilskyi hilweşiya.
Li navçeya Darnyssia, çend avahiyên pirqatî zirar dîtin, tê zanîn ku mirov di bin kavilan de asê mane.”
Teymûr diyar kir ku ev avahiyên hilweşiyane yê niştecihan in û got:
“Ev avahî cihên ku mirov lê radizan û jiyana xwe ya normal dikirin.”
Wezareta parastinê ya Rûsyayê: me li cihên leşkerî xist
Li aliyekî din, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan êrîşeke "mezin" li paytexta Ûkraynayê, Kîev û deverên din pêk aniye.
Wezaretê zêde kir ku wan tesîsên leşkerî û enerjiyê yên li Kîevê û herêma derdorê û balafirgehên leşkerî yên li çend herêmên Ûkraynayê hedef girtine.
Hat eşkerekirin ku di êrîşê de dron, mûşekên balîstîk û krûz hatine bikaranîn.
Dengê teqînan li seranserê bajêr hat bihîstin.
Şahidên bûyerê anîn ziman ku rêze teqîn li bajêr û derdora wê çêbûn û parastina hewayî ji bo astengkirina dronan dixebitîn.
Gelek kes di bin kavilan de asê mane
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko li ser Telegramê nivîsand ku avahiyek niştecihbûnê li navçeya dîrokî ya Podilê hatiye bombebarankirin.
Klitschko got: “Mirov ji qatên hefta heta nehan di bin kavilan de asê mane.
Artêşa Ûkraynayê parastina hewayî çalak kiriye, daxwaz ji welatiyên sivîl jî hatiye kirin ku ji bo xweparastinê berê xwe bidin stargehan.
Zelensky: Rûs ji bo êrîşeke din a mezin amadekariyê dikin
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky duh êvarê hişyarî da ku Rûsya beriya civîna NATOyê ji bo êrîşên nû yên mezin amadekariyê dike.
Zelensky di axaftina xwe de got:
"Îstîxbaratê agahiyên nû dane me ku Rûs ji bo êrîşeke din a mezin amadekariyê dikin."
Di heman demê de, tevî îdiaya Kremlinê ya kontrolkirina Kostyantînîvka jî Zelensky tekez kir ku şerê di navbera hêzên Kîevê û Moskowê de li wî bajarî berdewam dike.
Nifûsa Kostyantînîvka berî destpêkirina şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê di sala 2022'an de 78 hezar bû.
Zelensky: Divê aştî pêk bê
Zelensky her wiha got ku êrîşên Ûkraynayê yên li ser Rûsyayê ku di mehên dawî de herêma Uralê hedef girtine “her roj encam didin”.
Zelensky zêde kir ku divê zext li ser Rûsyayê were kirin da ku aştiyê pêk bîne û wiha lê zêde kir:
“Kîevê pêşniyarên xwe pêşkêş kiriye û hêvî dike ku di mehên pêş de şert û mercên pêwîst ji bo bidestxistina aştîyek bi rûmet, çi bi zorê be çi jî bi dîplomasiyê, werin afirandin.”
Êrîşên zêde yên Kîevê yên li ser Rûsyayê, bi taybetî jî hedefgirtina depoyên petrol û sotemeniyê yên Rûsyayê, bandor li jiyana rojane ya li Rûsyayê kiriye.
Herî dawiyê ji ber êrîşeke Ûkrayna li ser bajarê Sevastopolê, li wê derê qutbûyîn di elektrîkê de çê bû.