Pûtîn bi Trump re dosyayên Ûkrayna û Îranê gotûbêj kirin

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayî Donald Trump re li ser rewşa Ûkraynayê û pêwîstiya gihîştina rêkeftineke agirbestê gotûbêj kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ajansa nûçeyan a Rûsî "Sputnik", serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn duh bi telefonê bi serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî.

Her duyan pêşketinên li Ûkraynayê, rewşa li Îran û herêma Kendavê gotûbêj kirin.

Piştî telefonê, alîkarê serokê Rûsyayê Yuri Ushakov diyar kir ku "serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi telefoneke din bi serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî û wiha got:

“Vê axaftinê saet û nîvekê dirêj kir.

Ev axaftin destpêşxeriyek ji aliyê Rûsyayê ve bû.

Her du serokan li ser tevgera rêjîma Kîevê ya bi serokatiya Zelensky nirxand ku bi piştgiriya Ewropiyan, siyaseta dirêjkirina aloziya li Ûkraynayê dimeşîne.”

Ushakov diyar kir ku Pûtîn ji Trump re ragihandiye ku Kîevê serî li "rêbazên terorîstî" daye û êrîşî axa Rûsya û binesaziya sivîl kiriye.

Li gorî Ushakov, Trump girîngiya bidawîkirina bilez a kiryarên dijminane û amadebûna wî ya ji bo hêsankirina vê yekê, bi her awayî tekez û diyar kir ku nûnerên wî yên pêbawer dê têkiliyên xwe hem bi Moskovê hem jî bi Kîevê re bidomînin.

Der barê Îranê de, Ushakov destnîşan kir ku Pûtîn dirêjkirina agirbesta bi Îranê re wekî biryareke baş dibîne ku derfetekê ji bo danûstandin û aramiyê peyda dike.

Ushakov eşkere kir ku Trump, di dema telefonê de, nirxandina xwe ya qonaxa herî dawî ya êrîşên leşkerî bi Îranê re pêşkêşî Pûtîn kir.

Pûtîn jî gotiye ku jinûvedestpêkirina şer bi Îranê re, dê encamên pir giran ji bo tevahiya civaka navneteweyî bîne.

Ushakov da zanîn ku Pûtîn Trump agahdar kir ku Moskov ji bo peydakirina hemû piştgiriya gengaz û dîtina çareseriyekê ji bo krîzê amade ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye