Li Almanyayê di hefteyekê de 9600 kes ji ber germa zêde mirin

Enstîtuya Robert Koch (RKI) ya Almanyayê ragihand ku hejmara qurbaniyên pêla germahiya dijwar a dawiya meha Hezîranê, ji tiştê ku berê dihat texmînkirin gelekî bilindtir e û bûye sedema karesateke tendurustiyê ya nedîtî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Enstîtuya Robert Koch (RKI) ya Almanyayê daneyên nû û daxuyaniyên şokker parve kirin ku nîşan didin bandora pêla germayê ya dawiya meha Hezîranê gelekî giran bûye.

Li gorî tespîtên dawî, tenê di navbera 22 û 28'ê Hezîranê de nêzîkî 9,600 kesan ji ber germahiya ku gihişt 40 pileyan jiyana xwe ji dest dane.

Bi vê encamê re, hejmara giştî ya qurbaniyên germê yên îsal li Almanyayê derket 11,900 kes û ev rekor hemû salên ji 2016an û vir ve derbas dike.

Di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de, herî zêde kal û pîrên temenê wan ser 85 saliyê re (zêdetirî 6 hezar kes) bûn qurbanî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye