Du berpirsên Amerîkî ji CNN'ê re diyar kirin ku nûnerên taybet ên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner, niha ber bi paytexta Qeter, Dohayê ve di rê de ne.
Li gorî ku hat ragihandin, nûnerên Amerîkî dê roja sêşemê 30'yê hezîranê, li Dohayê bi Îranê re hevdîtinan bikin.
Her wiha, Serokê Amerîkayê Donald Trump roja duşemê ragihandibû ku berpirsên Amerîkî dê roja sêşemê li Dohayê bi berpirsên Îranî re bicivin û got dibe ku ev civîn pir girîng be.
Lê belê, heta niha Tehranê beşdarbûna xwe di van hevdîtinan de piştrast nekiriye.
Ensarî: Ti hevdîtin di navbera Îran û Amerîkayê de tune ye
Piştî çend demjimêran ji rapora CNNê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid Ensarî di civîneke çapemeniyê de roja sêşemê, nûçeyên der barê hevdîtina navbera rayedarên Amerîka û Îranê de red kir.
Macid Ensarî got ku Steve Witkoff û Jared Kushner gihîştine Qeterê û armanca wan ji vê serdanê ev e, ku bi navbeynkaran re bicivin û li ser pêşveçûna dan û standinan nîqaş bikin.
Ensarî da zanîn ku hîn ti hevdîtin di asta bilind de di navbera Amerîka û Îranê de nehatiye plankirin.
Her wiha wî veguhestina 6 milyar dolarî ji mal û milkên cemidî yên Îranê bo hesabên bankayên Îranê red kir û got ku ev mal û milk hîn jî di bin peymana 2023yan de ne û tenê ji bo kirîna kelûpelên mirovî hatine veqetandin.