Serokê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê ragihandibû ku ew dê dorpêçê deynin ser benderên Îranê.
Ev biryar ji êvara duşemê ve hatiye sepandin.
Vê dorpêçê ji bo şirketên veguhastina deryayî, petrol û sîgorteya rîskên şer nediyariyeke zêdetir afirandiye.
Li gorî daneyên trafîka deryayî, dorpêça Amerîkayê ya li ser benderên Îranê bandoreke kêm li çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê kiriye.
Herî kêm 8 keştî ku di nav wan de 3 petrolhilgirên (tanker) Îranê jî hene, di wê rêya avî re derbas bûne.
Çend çavkaniyên pîşesaziyê roja sêşemê ragihand ku hîn jî çûn û hatina li Tengava Hurmizê gelekî kêm e.
Beriya şerê Îranê, rojane bi navînî 135 keştî di Tengava Hurmizê re derbas dibûn.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di vê navberê de ragihand, "Di nav 24 saetên yekem de tu keştan dorpêça Amerîkayê neşikandiye û derbas nebûne."
Her wiha CENTCOM´ê diyar kir ku 6 keştî pêbendî rênimayên hêzên Amerîkayê bûne û vegeriyane benderên Îranê.
Ew 3 keştiyên ku bi Îranê ve girêdayî bûn û di tengavê re derbas bibûn ber bi benderên Îranê ve nediçûn, lewma dorpêçê ew li xwe nedigirtin.
Beriya niha 2 tankerên ku di bin cezayên Amerîkayê de bûn, di wê rêya teng re derbas bibûn.
Daneyên Kplerê nîşan didin ku keştiya petrolhilgir a bi navê "Murilikishan" ber bi Îraqê ve diçe da ku sotemeniyê bar bike.
Ew keştî ku berê bi navê "MKA"yê dihat naskirin, berê petrola Rûsya û Îranê vediguhest.
Her wiha keştiya "Rich Star"ê piştî ragihandina dorpêçê, bû keştiya yekem ya ku di Hurmizê re derbas bûye.
Ew keştî ya Çînê ye û di bin cezayên Amerîkayê de ye.