Taylanda ku ji alîyê nifûsê û derfetan ve di pêşîya Kamboçyayê de ye, hewldanên xwe yên ji bo serkeftineke leşkerî didomîne.
Hikumeta Taylandê ji bo xeta parastinê xurtir bike, li parêzgeha Tratê rewşa awarte ragihand.
Ev parêzgeh li ser sînorên Kamboçyayê ye û heta Okyanûsa Hîndê dirêj dibe.
Tevlî domandina şer, Tayland di daxuyanîyên xwe de qala çareserîya dîplomatîk dike.
Wezareta Parastinê ya Taylandê dawîya hefteya borî ragihandibû, "Tayland ji bo çareserîya temamî" amade ye.
Lêbelê zimanê dîplomatîk ên daxuyaniyan û realîteya seheyê li hev nakin.
Balafirên şer ên Taylandê deverên sînor û hin nuqteyên li bakurê Kamboçyayê bombebaran dikin.
Kamboçyayê ragihand, balafirên Taylandê 70 km ketine nava sînorên welêt û di bomberanê de hin avahiyên dîrokî zirarê dîtine.
Wezîrê Karên Hundir ê vî welatî got, devera ku mabeda Angkor Wat lê ye, hatiye bomberankirin.
Angkor Wat berhemeke bêhempa ya dîrokî ye di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ye.
Pevçûnên di navbera herdu welatan piştî agirbestê çend roj berê careke din dest pê kiribûn.
Di şerê dawî de heta niha 28 kes hatine kuştin û 800 hezar kes jî terka cîûwarê xwe kirine.