Ûkraynayê, demek dirêj e endametiya NATOyê wekî parastinê li dijî êrîşkên Rûsyayê dixwaze.
Lêbelê niha Zelensky dibêje ew amede ne dev ji xeyalê xwe ya beşdarbûna NATOyê berdin.
Duh Volodymyr Zelensky li Berlînê hevdîtin bi nûnerên Amerîkî re kir.
Armanca hevdîtinê nirxandina plana Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina şerê bi Rûsyayê re bû.
Zelensky pêşniyar kir ku di berdêla garantiyên ewlehiyê de, di meseleya endamtîya NATOyê paş ve gav bavêjin.
Zelensky got, Moskow bi israr dixwaze Ûkrayna dewletek bêalî bimîne û ti leşkerên NATOyê li wir neyên bicihkirin.
Putin: Pêwîste NATO ber bi Rojhilat ve berfireh nebe
Çavkaniyên Rûsî destnîşan kirin ku Putin ji hêzên Rojavayî sozek "nivîskî" dixwaze ku NATO ber bi rojhilat ve berfireh nebe.
Bi gotineke din, Rûsya naxwaze li Ûkrayna, Gurcistan, Moldova û komarên Sovyeta berê rêya emdamtîyê bê vekirin.
Zelensky got ku Ûkrayna, Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo aştîyê plana ji 20 xalan pêk tê, dinirxînin.
"Kîevê ti danûstandinên rasterast bi Moskowê re nekiriye"
Zelensky dide zanîn ku, Kîevê ti danûstandinên rasterast bi Moskowê re nekiriye.
Şêwirmendê serokê Ûkraynayê, Dmytro Lytvyn, got ku wê îro Zelensky derbarê hevdîtinan de daxuyaniyê bide.
Nûnerê taybet ê Donald Trump, Steve Witkoff jî di parvekirina xwe ya di Xê de wiha got:
"Nûneran li ser plana aştiyê ya 20 xalan, rojevên aborî û mijarên din nîqaşên kûr kirin.
Pêşketinek girîng di wê derbarê de çêbûn."