Li gorî çavdêran, ev gava Trump rageşiyên bi Pekînê re zêde dike.
Ev ceza beriya serdana Trump a paytexta Çînê ya ku di 14 û 15`ê Gulanê de tê ku wê hevdîtina bi hevtayê xwe Xi Jinping re bike.
Donald Trump piştî 8 salan cara yekem e, dê serdana Çînê bike.
Rojnameya South China Morning Postê ragihand ku Senatorê Komarî Steve Daines wê di 1ê Gulanê de serokatiya şandeyeke Amerîkî ya ji pênc endaman pêk tê bike.
Şande wê serdana Şanghay û Pekîn bike da ku ji bo serdana Trump amadekariyan bike.
Çînê nerazîbûna xwe ya li hemberî cezayên yekalî yên "neqanûnî" ragihand.
Berdevkê balyozxaneya Çînê li hemberî ceza û astengiyên Amerîkayê ev daxuyanî da:
"Em ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwazin ku dest ji siyaseta mijarên bazirganî, zanist, teknolojî û bikaranîna wan wekî çekan berde.
Her wiha dest ji îstismarkirina cûrbecûr a cezayan ji bo hedefgirtina şîrketên Çînî berde."